Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa berhemên şîr di Îranê de %40 bilind bû

12:23 - 19 Çirriya paşîn 2020

Tevî bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û daketina dahata xelkê Îranê, nirxa berhemên şîr bi qasekî zêde bûye ku renge piraniya xelkê Îranê nekarin wan berhemên şîr bikirin.

Roja Çarşemî 18ê Çirriya Paşîn, Berdevkê “Encumena Pîşeya Berhemên Şîr”, “Mihemedriza Benîteba” ragihand: “Pêka bilindbûna xercê berhemanînê wekî bilindbûna nirxa şîr, nirxa erêkirî ya berhemên şîr bilind bû”.

Herwisa navbirî ragihand ku nirxa nû ya berhemên şîr wiha ye:

Mastê 2.5 kîlo yê çewir li debe, 24 hezar tumen

Mastê 2.5 kîlo yê kêmçewir li debe, 21 hezar tumen

Şîr li kiseyên naylonî, 5400 tumen

Penîrê 400 giremî yê kap, 14500 tumen

Şîrê kêmçewir yê botriyên şûşe, 7 hezar û 100 tumen

 Şîrê nivçewir yê botriyên şûşe, 7 hezar û 500 tumen

Şîrê bi çewiriya %3 li botriyên şûşe, 8 hezar û 500 tumen

Şîrê tewaw, 8 hezar û 600 tumen.

Hêj nirxa şîrê strîlkirî li pakîtên 3 laye nehatiye ragihandin û pêka gotinên berhemhêneran ew li pey nirxa 15 hezar tumen bo her 1 kîlo ji wan berheman in.

Tevî bilindbûna nirxa wan berhemên şîr, “Mihemedriza Benîteba” ragihand, “her kîlo şîr ji berhemhêneran dê bi nirxa 4 hezar û 150 tumenan ji berhemhênerên şîr bikirin û hekî qasa çewratiya şîr ji %3.2an kêmtir be dê 60 tumenê ji wê nirxê kêm bikin”.

Bi wî awayî roj bi roj nirxa berhemên şîr bilind dibe, lê ti guherîneke berçav li ser dahata berhemhênerên şîr tinabe.