Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa berhemên şîr li Îranê ji sedî 87.5 bilind bûne

19:01 - 18 Gulan 2022

Roja Çarşemî rêkevta 28`ê Banemera sala 1401`an a rojî “Mihemed Ferbod” endamê birêveberiya Encûmena Pîşeyî a berhemanînên şîr diyar kir ku, nirxên berhemên şîr bi rêjeya ji sedî 87.5 bilind dibin.

Navbirî got: “Nirxa yek kîlo şîrê xaw ji 6 hezar û 400 Tumenî gihîştiye 12 hezar Tumenî. Dibe em çavnihêr bin û bibînin ku, rewşa bazarê dê ber bi çi aliyekî ve here, lê, rêjeya bikar anîna berhemên şîr ji sedî  30 kêm dikin.

Navbirî bas ji vê yekê jî kiriye ku, rêjeya hinardina berhemên şîr jî kêm kiriye û tenê ji sedî 10 berhemên navxweyî bo derve tên şandin.

Berhemên şîrê Îranê tenê bo welatên weke, “Îraq, Efxanistan û Pakistan”ê tên şandin û bi sedema bilindbûna bê sînûr a nêrxên wan berheman, tê çavnhêrkirin ku rêjeya kirîna wan ji aliyê wan welatan ve jî gelek kêm bibe.

Bilindbûna bêsînûra nirxên hewcehiyên destpêkî ên xelkê wekî “rûn mirîşk û hêk” û çend hewcehiyên din bûye sedema vê ku, di çend rojên derbasbûyî de li çend bajarên Îranê xwenîşandan bên lidar xistin û nerazîbûnên xelkê warê siyasî jî ji xwe girtiye.