Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa debara ajelan li Rojhilatê Kurdistanê bilind bûye

12:03 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nirxa debara ajelên xwedîkirinê li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li parêzgeha Sinê bilind bûye û xwediyê ajelan rastî pirsgirêkên micid hatine.

Pêka danîna be3rhev a amarên sala derbasbûyî û îsal ku ragihandinên rejîma Îranê belav kirine, debara ajelan ji % 470 bilind bûye û nirxa kîloyek “ka” ku sala derbasbûyî  500 heta 600 Tumnî dihate firotin niha zêdetir ji 4 hezar Tumenî tê firotin û “ceh” ku sala par kîloyek bi 2 hezar Tumenî bû niha gihîştiye bi 5 hezar û 600 heta 6 hezar Tumenî û nirxa kîloyeke “ûnce” ji 2 hezar û 300 Tumenî gihîştiye bi 4 hezar û 500 heta 5 hezar Tumenî.

Bi sedema milîtarîzekirina sînorên Rojhilatê Kurdistanê û qedexekirina çûna xwedî ajelan bo zozanan ku li deverên sînorî de ne, êdî xelk nikare ajelên xwe bi awayê hewce xwedî bike û debara wan jî bi sedema bilindbûna nirxan dabîn bike.