Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa dermanan di Îranê de 4 beranber zêde bûye

13:00 - 21 Îlon 2020

Nirxa hindek ji dermanan di Îranê de, bi 4 beranberan zêde bûye û tevî peydanebûna hejmareke zêde ji dermanên girîng, nirxa wan bi qasekî zêde bûye ku piraniya nexweşan nikarin wan dermanan bikirin.

Kêmbûna dermanan û bilindbûna nirxên wan pirsgirêkên micid bo nexweşan, malbatên wan û heta dermanxaneyan jî afirandiye, nirxa beşek ji dermanan di Îranê de bi 3 heta 4 beranber bilind bûye, dermanên wekî “Plavix” an ku “Clopidogrel” ji 56 hezar tumenan niha bi 164 hezar tumenanê tê kirin. Herwisa dermanê “Dipakîn” ji 30 hezar tumenan niha bi 135 hezar tumenan tê kirîn.

Vaksena Anfolanzayê jî yek ji wan dermanane ku nirxekî rohn tinîne ku bûyê cihê nigeraniyê.

Endamekî “Encumena Xwediyên Dermanxaneyan” ku nexwestiye navê wî eşkere bibe ragihandiye, ku biryar e vaksena Anfolanzayê di destpêkê de bo personelên dermanî, xwendkarên zanîsta pizîşkî, pizîşkan, personelên hêzên çekdar û wezaretxaneyan bê dabînkirin û di dawiyê de bo newxweşên ku sîstema berevanî ya leşê wan lawaz e û bo nexweşên diyabêtî û tûşbûyên şêrpencê re bi nirxa kêmtir ji 100 hezar tumenan dê bê firotin û yên mayî di dermanxaneyan de bi nirxa azad ku rohn nîne çend e, dê bê firotin.