Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa dermanan li Îranê dîsan bilindtir bû

13:21 - 28 Nîsan 2022

Bilindbûna nirxan di Îranê de berdewam e û dem bi dem nirxa nirxa derman û pûşekên zarokan di bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bilindtir bûye.

Nirxa dermana di Îranê de wekî hemû hewcehiyên xelkê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bilindtir bûye û pêka amara ku Kompaniyek Îranî ya berhemanîna dermananan kiriye, nirxa dermana ji 100 heta ji 131% bilind bûye.

Amara beşek ji dermana ku nirxa wan bilind bûye wiha ne:

30 dane Hebên “Mêtopirolol” ji 30 hezar Tumen gihîştiye bi 40 hezar  Tumenî

10 derziyên “Sîklomîn” ji 95 hezar Tumen gihîştiye bi 220 hezar Tumenî

10 dane şiyafên “Hiyûsîn û Mêtronidazûl” ji 87 hezar Tumen gihîştiye bi 120 hezar Tumenî.

herwisa nirxa wîzîtên pizîşkan jî bilind bûye û ji 60 û 70 hezar Tumenî gihîçtiye bi 100 hezar tumenî.

Herwisa hevdem nirxa pûşekên zarokan di Îranê ji 33% bilind bûye û nirxa 24 dane pûşekan ji 128 hezar Tumen gihîştiye bi 172 hezar tumenî.

Karbidestên rejîma Îranê ku bi berdewamî daxwaz ji xelkê dikin ku bila za û zê di Îranê de zêde be û Îran welatek ciwan bimîne; lê ti rêçareyek bo dabîn kirina jiyanek baş û bi rûmek bo xelkê tinînin.