
Kurdistanmedia: Nirxa dermanê nesaxên şêrpence sê hember bilind bûye.
Li gorî raporata Nûçegihaniya “Borna” ya girêdayî rejîmê, ev heyameke ku hevwelatiyên ku tûşî nesaxiya şêrpence ne, bo dabînkirina dermanên xwe rastî arîşeyên zêde hatine, û pirsgirêka herî berçav, bilinbûna nirxa pere û bandora wê li ser nirxa dermanan, û herwisa kêmbûna hindek dermanên ku di nav xweyî welat de, nayîn berhem anîn û kêmbûna alav û pêdiviyên pîzişikî sedemên herî beçav yên çareserya dermanê kîmyayî yên nesaxan e.
Her di vê pêwendiyî de, Sedef Kêyhanî Hevkara Navenda Xêrxwaziyî ya Nûr, derheq rewşa nesaxên şêrpence wiha dibêje, bi sedema dorpêçên Amerîkayî yên lidijî Îranê, têçûya dermanên nesaxên şêrpence du heya sê hember zêde bûye.
Herwisa navbirî daye xuyakirin ku, di heyamên berê de, hekî nesaxekî\ê dikarî parek ji xercê dermanên xwe dabîn bike lê, niha ew derfeta kêm bûye.
Wê berpirsa Navenda Xêrxwaziyî got, piraniya bajarên Îranê digel arîşeya kêmbûna derman û alavên çareseriyî yên pîzişkî rûbirûne lê,ew rewşa di Tehranê de, liçav bajarên din baştire.
Navbirî got, bajarên din yên Îranê piraniya pêdivî, alav û makîneyîn bo çareseriyên nesaxiya şêrpence tinînin, û zêdeyî nesaxên ku di bajarên sînorî û dûr dimînin neçar in, bo çareseriyî serdana Tehranê bikin.
wê berpirsa Navenda Xêrxwaziyî, bandora dorpêçan bo danbînkirin û kirîna dermanan sedem dazanîn û got, pêş li dorpêçan piraniya nesaxan çend mehan carekê serdana wê navendê dikirin, lê bi sedema zêdebûna nirxa dermanan, niha ew mehê carekê serdana me dikin, û daxwaza alîkarîkirinê bo kirîna dermanan dikin.
Her di vê pêwendiyê de, Mihemed Haşimî, ku dermanan çê dike got, dewlet dibe rêçarekê bo nesaxên wiha bibîne, çimkû, nesaxî bendê namîne û jiyana nesaxan dike armanc.