Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa derziyên “Amphotericin B” careke dinê bilind bû

17:36 - 27 Tebax 2021

Derziya “Amphotericin B” ku dermanekî “Antifungal” e bo çareserkirina nexweşiya “Kwarka Reş” mifahê jê verdigrin û bi sedema destnekevtina wî dermanî nirxa wê derziyê di bazara reş de 300 hezar Tumenî bû lê niha bi zêdetir ji 4 milyon Tumenî tê firotin.

Bisporê nexweşiyên îltihabî, “Mihemedriza Salihî û birêveberê Giştî yê Dermanî yê rêkxirava Xwarin û Dermanan, “Heyder Mihemedî” çend rojan berî niha gotibûn ku dermanê “Kwarka Reş” nemaye û tevaw bûye.

Di wan çend rojên derbasbûyî de karbidestên tendirustiya rejîmê li parêzgehên “Tehran, Mazenderan û Meşhed”ê de ragihandibûn ku beşek ji pêketiyên vîrûsa Koronayê tûşî nexweşiya “Kwarka Reş” bûne.

Nexweşiya “Kwarka Reş” a bi navê zanistî yê “Black Fungus” nexweşiyeke metirsîdar e ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê bi rêjeyeke zêde belav bûye.