Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Diravê Îranê di hember erzê bîhanî de, roj bi rojê zêdetir dişkê

13:43 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2020

Gorî rapor û zaniyariyên ku di navxwe ya Îranê vê têne weşandin, Tûmenê Îranê roj bi rojê zêdetir bihaya xwe ji dest dide.

Roja derbas bûyî 10 ê Tîrmehê nirxa her dolarekî Amerîka di bazarên Îranê de geheşte 22 hezar û 200 Tûmenî.

Di hefteya derbas bûyî de nirxa Dolar ji Bûrsê derbas bû, Bûras ku ji aliyê Serafiya Îranê ve di hefteya derbas bûyî de hatibû diyarî kirin, nirxa her Dolarekê 18 hezar û 950 tûmen hatibû diyarî kirin, wê pêkê derbaskirina %17.1 bilind bûna nirxa Erz, ji Bûrsê, nîşana herifîn û ji kontirolê derketina Bazar û bûrsê ji aliyê rejîmê ve ye.

Di heyamê hefteya derbas bûyî de, nirxa her Dolarekê di hember diravê Îranê de, 3250  Tûmenî bilin bû.

Bilind bûna nirxa Diravê bîhanî di hember Tûmenê Îranê de, zêdetir vedigere bo ser ji kontirolê de nemana mudîriyeta abûrî, û helawastin anku teweroma di Îranê de, dema ku dahata welat kêm bû, dema berhem anîn rawestiya, dema henardekirina Petro yê wek firotina Neft û Gaz ku çawkaniya sereke ya bûdca Îranê ye, rawestiya, bê guman nirxa perê Îranê jî dê dakeve û bê biha be.