Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar careke din bilind bû

12:36 - 17 Tebax 2021

Nirxa Dolar di bazarên Îranê de ji 27 hezar Tumen bilindtir bû.

Piştî heyamekê ku nirxa Dolar di 24 hezar û 500 tumen bû li roja Duşemî 25ê gelawêjê ew nirix bilind bû û gihîşte bi 27 hezar û 100 Tumenî.

Nirxa Dolar li despêka sala derbasbûyî 16 hezar Tumen bû lê di demsala Payîza sala derbasbûyî de gehiştê bi 32 hezar Tumenî, lê Banka Merkezî rêjeyek zêde Dolar xistine nava bazarê ku bikare wê nirxa bilindbûyî kontirol bike û bo heyamekê nirxa Dolar bigehîne bi 21 heza Tumenî.

Hêj karbidestêm rejîmê li derheq bilind bûna nirxa Dolar li meha derbasbûyî, ti zaniyariyek belav nekirine lê pêka rapora xizînedariya rejîma Îranê ku li 19ê Gelawêjê hatibû belavkirin, dide xuya ku dahata firotina nefta Îranî îsal %2.5 bûye û eger mêzeyê rêjeya fironta nefta Îranê bikin dibiya %35 ba kirîz û îflasa aborî bû sedem ku nirxa hewcehiyan bilind bibin û rejîma Îranê bi çapkirina perê bê piştevane bû sedem ku enfilasiyon zêdetir bibe û nirxa pereyên biyanî li hember perê Îranê bilindtir bibe.