Piştî sernegirtina rêkevtina zîndîkirina Bercamê nirxa dolar di bazarên Îranê de dem bi dem bilindtir dibe û niha gehiştî 32 hezar Tumenî.
Bilindbûna nirxa diravên cîhanî bi taybet “Dolar” piştî serkevtînebûna 7mîn dewra rêkevtina zîndîkirina Bercamê di bazarên Îranê de dem bi dem nirxek zêdetir tomra dike, û îro di bazarên Îranê de nirxa wê gehiştiye 32 hezar Tumenî.
Herwisa di wê heyamê de nirxa Zêr jî di bazarên Îranê de bilindtir bûye, pêka gotina Serokê Yekîtiya Zêrên Tehranê “Mihemed Cehanarayî” nirxa Zêran di bazarên Îranê de rekurda giraniyê di 14 mehên derbasbûyî de tomar kiriye û nirxa sikeyek tevav zêdetir ji 13 miliyon Tumenî ye.
Bênirixbûna Tumenê Îranî karlêkeriyek rasterast li ser bilinbûna nirxa kelûpelan û giranî di bazarên Îranê de heye û ew giranî jî bandorek li ser jiyan xelkê û hêla hejariyê di Îranê de heye.