Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar di bazarên Îranê de gihaye bi 32 hezar Tumenî

12:01 - 2 Hezîran 2022

Li berdewamiya bilindbûna nirxa diravên cîhanî, nirxa Dolar di bazarên Îranê de carek din bilind bû û giha bi 32 hezar Tumenî.

Pêka raporên ku malperên taybet bi tomarkirina nirxa diravên cîhanî belav kirine, roja Pêncşemî 2ê Hezîranê, nirxa Tumenê Îranî carek din di bazaran de daket û nirxa Dolar bilind bû û ji 26 hezar Tumenî bû bi 31 hezar û 930 Tumenî û 5 hezar û 930 Tumen zêde bûye.

Piştî vê ku danûstandinê zindîkirina Bercamê hatine sekînandin, û herwisa dorpêçên Amerîkayê li ser rejîma Îranê bihaya Tumenê Îranî roj bi roj li hember diravên cîhanî dadikeve û eva li ser jiyana rojane ya xelkê dandorek nerênî danaye.