Di rojên derbasbûyî de Nirxa Dolar li Îranê ji 28 hezar Tumenî bilindtir bûye û gehiştiye nêzî 30 hezar Tumenî.
Di bazarên Îranê de nirxa pereyên biyanî dem bi dem diguhire û her carê jî bilindtir dibe, roja derbasbûyî nirxa dolar di bajarên Îranê de ji 28 hezar tumenî bilindtir bûye, û gehişte nêzî 30 hezar tumenî, ku eva bandorek nerênî li ser nirxa kelûpelan bazarê heye û heriwsa dibe sedema zêde bûna rêjeya enflasyonê, pêka amara Navenda Amar a rejîma Îranê nirxa enflasyona salane îsal di Îranê de ji % 45.2 bûye.
Di dema hatineserkar a “Îbrahîm Reîsî” û rawestana danûstandinên Bercamê di meha Xermananê de, nirxa Dolar roj bi roj bilindtir bûye.
Herwisa hin çavkaniyan dane zanîn ku piştî bilind bûna nirxa dolar di Îranê de, xelkekî zêde di rêzeya kirîna dolaran de sekinîne, û êdî xelk ji rêkevtina “Viyenê” bê hêvî bûne û pere xwe bo dolar diguherin.