Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar heya nezî 14 hezar Tûmenan bilind bûye

12:14 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Nirxa Diravê Îrarn zêdetir işkest û di roja derbas bûyî nirxa her Dolarekî Amerîka gehîşte 14 hezar Tûmenan.

Pêka nûçên belavbûyî, roja Duşemiyê Perê Îranê hate xwarê û nirxa diravê bîhanî li henber de bilind bû. Bihaya her Dolarekî Amerîka ji 12 hezar Tûmenî gehîşte 14 hezar Tûmen.

Bilind bûna nirxa Dolar di bazarên azad de ku roj bi rojê bilintir dibe, di hember de, nirxa piraniya hewceyiyên rojaneye xelkê jî pêka bilindbûna nirxa Dolar bilindtir dibe ku di aboriya herifiye Îranê de, bandorekî herî nerênî li ser jiyana qada hejar û nêwinciya ciwaka Îranê de heye.

Rejîma Îranê bi aboriya herifiye  xwe nikare ti rêçareyekê bo kontrol kirina bilindbûna nirxa Dolar bikar bine û bi hegera dorpêçan roj bi rojê rewşa abûriya Îranê xirabtir jî dibe.