Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar ji 28 hezar Tumenî bilindtir bû

11:37 - 26 Tebax 2021

Nirxa Dolar di Îranê de bilindtir bûye û niha zêdetir ji 28 hezar Tumenî ye.

Di rojên derbasbûyê de nirxa Dolar di bazara azad de bilintir dibû û niha nirxa Dolar di bazara azad de bi 28 hezar û 11 Tûmenî ye û herwisa nirxa EURO jî bi 32 hezar û 20 Tumenî ye û bi encamnegihîştina Bercam û aloziyên Efxanistanê karlêkerî li ser bilindbûna nirxa Dolar li hember Tumenê Îranê hene.

Di wê derheqê de cihgirê berê yê perê biyanî yê Banka Navendiya Îranê “Kemal Seyîdelî” gotibû: “Eger danûstandinên bercamê bi ti encamekê negihîje û rewşa berdewam be, nirxa Dolar dê ji 30 hezar Tumenî jî derbas bibe.

Şikesta dewleta Efxanistanê li hember Talibanê û aloziyên wî welatî bûne sedem ku destê rejîma Îranê bi Dolar û perên din ên biyanî ji bazara perê biyanî li “Herat”ê qut bibe.

Rewşa xirab a siyasî û îflasa aboriya Îranê bûye sedem ku nirxa Tumen li hember perên din ên biyanî, dakeve û heta niha Serkomarê Nû yê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” ti bernameyek bona bilindkirina nirxa Tumen li hember perê biyanî de tinebûye.