Nirxa goştê sor û mirşk di Îranê de roj bi roj ber bi bilindbûnê ve diçe û niha goştê sor li ser sifreya xelkê kêmdahat û heta qata nêvincî jî nemaye.
Cihgirê Serokê Navenda Sertaserî ya Mirîşkdarên Goştî gotiye: Sedema bilindbûna nirxa mirîşkan di bazaran de dizivirê bo ser biriyara sitada rêkxistina bazarê.
Herwisa navbirî gotiye: “Niha nirxa goştê mirîşkan di bazaran de 24 hezar Tumen e ku tê çavnihêrkirin Stada Rêkxistina Bazaran bi balkişandin li ser nirxa dan û xwarênên mirîşkan, nirxa diyarîkirî ya wê berhemê şê bike”.
Herwisa wî karbidestê gotiye ku, di niha de berhemhêner bi liberçavgirtina nirxa mirîşkan ku bifroşin dê rastî ziyanan dibin û dibe bi biryarek nû nirxeke minasib bo wê berhemê danê.
Herwisa “Elî Esxer Malikî” Serokê Yekîtiya Goştên Sor bas ji bilindbûna nirxa goştê sor kiriye.
Navbirî gotiye ku her 1 kîlo goştê sor yê bê don 110 heta 115 hezar Tumen bi dukandaran re tê danê û bi bilindkirina %10 bi 130 hezar Tumenan difiroşine xelkê.