Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa goştê mirîşka bilind bûye

13:14 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nirxa goştê mirîşka di bazaran de bilindtir bûye û di hin cihan de jî şeker dest nakeve û xelkê hejar rastî pirgirêkên zêdetir hatine.

Pêka gotina nûçegihaniya “ISNA” ya girêdayê rejîma Îranê, nirxa kîloyeke goştê mirîşkan bo 33 heta 37 hezar Tumenan bilind bûye û di hin cihan de heta 40 hezar Tumenî hatiye firotin; Eva di halekê de ye ku îsal navenda Diyarîkirina Nirxa Goştê Mirîşkan, nirxa kîloyeke goştê mirîşkan bo xelkê 24 hezar û 900 Tumen danîbû.

Bi sedema nebûna çavedêrî li ser nirxa hewcehiyan di bazaran de nirxa goştê mirîşka zêdetir dibe.

Herwisa di çendîn cihan de şeker dest nakeve û nirxa şekerê jî bilind bûye.

Pêka ragihandinên girêdayê rejîmê, nirxa şeker 2 beranber bilind bûye û gihîştiye bi 18 hezar Tumenî, eva jî di halekê de ye ku ew nirx %72 bilind bibû û gihîştibû bi 15 hezar Tumenî, lê bi sedema nebûna çavdêrî nirxa wê bilindtir bûye.

Herwisa hatiye ragihandin ku di çendîn cihên bajarê Tehranê de şeker dest nakeve û renge nirx hêj bilindtir bibe.

Nirxa hewcehiyan di bazaran de ji aliyê dellalan ve têne diyarîkirin û rejîma Îranê ti çavedêriyekê li ser bilindbûna wan nirxan nake.