Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa goştê sor di Îranê de %315an bilind bûye

13:00 - 4 Gulan 2021

Bi sedema bilindbûna nirxa goştê sor di bazarên Îranê de piraniya xelkê nikarin goştê sor bikirin û ew yek bûye sebeb ku goşt li ser sifreyên xelkê de nemîne.

Nirxa goştê sor %315an bilind bûye û di wan salên derbasbûyî de xelk şiyana kirîna goştê sor nîne. Di destpêka sala 1392an de nirxa her kîlo goşt 29 hezar tumen bû, lê sal bi sal ew nirx bilind û bilindtir bû ku di sala 1399an nirxa kîloyeke goşt gihişte bi zêdetir ji 130 hezar Tumenan.

Di Îranê de bi tenê goştê sor nîne ku nirxa wê bilind bûye belkî nirxa her tiştekê çend qat bilind bûye, bi taybet dabînkirina hewcehiyên rojane yên jiyana xelkê bo wan dijwartir bûye û ew bilindbûna nirxan jî astengî bo xelkê afirandiye, lê ti kes, navend û aliyekê pêwendîdar wê rewşê kontrol nake.