Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hejmarek ji tişt û xwarinên bingehîn di meha Sermawezê de heta %10 bilind bûne

11:48 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Pêka rapora karê girûpa çavedêrî li ser nirxa xwarin û tiştên bingehîn, 18 corên tişt û xwarinên wekî “şîr, kere, qend, şeker, çaya duxezal, makaronî, nok, nîsk, maş, ava vexwarinê, sêwên zer, bacanên sor, sêvik, xurme, kaxez, tekerên maşîna pêjo, rûnê motorê û paf” li beranber meha derbasbûyê de heta %10 nirxa wan bilind bûne.

Di wê navberê de, şekera pakîtan, sêwên sor, mireba bacanê sor, sîman, corek rûnê motorê, destmalên kaxezî, li beranber meha xezelwerê de zêdetirin bilindbûna nirxan li xwe girtine.

Herwisa li meha sermawezê, destmalên kaxezî %19, mireba bacanê sor %16 û şekera pakîtan %13 pileya yekemê di bilindbûna nirxan de hene.

Encumena berevanî ji mafê bikarhêneran daye zanîn ku “Şîrê kêm çewir, penîrê pastorîze, şekera pakîtan, qend, nok, sêvik, ava vexwarinê, mireba bacanê sor û sîman li beranber sala derbasbûyî de nirxa wan zêdetir li %80 bilind bûye.

Karbidestên rejîmê şiyana kontrolkirina bazaran tinînin, bi awayekî ku di her mehê de nirxa tişt û xwarinên bingehîn bi şêwazek berçav bilind dibin.