Gorî wan lêkolînên ku li derheq bilindbûna nirxan li Îranê de hatine kirin, rapor wisa didne xuyakirin ku nirxa helasanê “Tewerom”ê geheştiye %68 ku ewa jî di demekê de ye ku rejîm nirxa helasanê %38 ragihandiye.
Di meha Xakelêwa 1400 ê de, gorekî sala 1395 an, nirxa Dolar %570 û nirxa Xanîberan li Tehranê de %567ê bilind bûye, lê navenda amara bilind bûna nirxan %206 ê ragihandiye.
Di Xakelêwa 1400 ê de, nirxa Xanîberan “Mesken” 6 beranber zêde bûye, di halekê de navenda amarê %2.2 ragihandiye.
Nirxa Maşînan û Telefunên zîrek û têçoya peywendiyan 6 beranber bilind bûye. Di halekê de ku navenda amara rejîmê %3.8 ragihandiye.
Di wî heyamî de nirxa Cilûbergan, Solikan, Moblman û mafûran û hewcehiyên navmalê, 6 beranber zêde bûye ku navenda amara rejîmê 4.5 ragihandiye.
Bi beravirdkirineke gelek sade di navbera bilindbûna nirxa hewcehiyan û vê nirxa helasana ku navenda amara rejîmê ragihandiye, gelek bi zelalî xuya dibe ku nirxa helasan anku Teweromê di sala 1400 ê de, %68 e, ne ewa ku rejîmê ragihandiye %38.9 ye.