Bi sedema bilindbûna nirxa ard, nirxa xwarinan jî çend qatan bilind bûye û di bajarê Bokanê de piraniya xwediyên marketên mezin bo ragirtin û nefirotina wan xwarinan marketên xwe dayxistine.
Piştî bilindbûna nirxa her telîsek Ard ji 70 hezar Tumenî bo 670 hezar Tumenî, nirxa Nan û çendîn berhemên din ên xwarinê wekî makaronî û curên din ên xwarinê çend qatan bilind bûye û rejîma Îranê di cihê çareserkirina vê pirsgirêkê yaraneya ard jî qut kirine.
Bi sedema vê yekê ku kargeh û kompaniyên berhemanîna xwarinan bi xwediyên marketan re gotine ku nirxa hewcehîyan dê hêj çend qatan bilindtir bibe, piraniya marketên mezin ên bajarê Bokanê bo ragirtin û nefirotina xwarinan, marketên xwe dayxistine.
Niha ti kompanî û kargeheke berhemanîna xwarinan, berhemên xwe bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê naşînin.
Ji aliyê din ve nirxa her galonê 20 lîtrî yê rûnê maşînan ji 650 hezar tumenî bi 900 hezar Tumenî, kîsê 5 Kîloye birinc ji 300 hezar Tumenî bi 350 hezar Tumenî, makaronî ji 6 hezar tumenî bi 18 hezar tumenî têne firotin.
Rejîma Îranê tevî ku ti rêkarek bo çareserkirina wan pirsgirêkan tinîne, şiyana birêveberiyê jî tinîne û pirsgirêk roj bi roj mezintir û dijwartir dibin.