Di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de nirxa hewcehiyên dersxwanan bo berdewamkirina perwerde û hînkariyê bilind bûye û bi sedema hejariyê kirîna wan berheman bo hejaran gelek dijwar e.
Pêka amarên rejîma Îranê nirxa hewcehiyên dersxwanan wekî pênûs, defter û tiştên din li beranber meha derbasbûyî bi qahî %13.5 bilind bûye û ew amar li beranbera sala par di hemen mehê de bi qasî %26.3 bilintir e û herwisa di beranber nirxa hewcehiyên dersxwanan li sala derbasbûyî bi qasî %22.1 bilind bûye.
Xelkê hejarê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedema hejariyê û herwisa bilindbûna nirxa piraniya hewcehiuyên jiyanê bi taybet xwarin, hewcehiyên dersxwanan, tendirustî û dermanan û kirizên aborî li rewşekê de ne ku kirina hewcehiyên perwerde û hînkariyê wekî hewcehiyên dersxwanan gelek dijwar bûye û nikarin wan hewcehiyan bikirin.
Rejîma Îranê şiyana birêvebirîna kirîzan û çareserkirina pirsgirêkan ji dest daye û xelkê hejar rastî trajêdiyan hatine.
Hewcehiyên dersxwanan yek ji girîngtirîn hewcehiyên perwerde û hînkariyê ye û eger malbat nekarin wan hewcehiyan dabîn bikin, dersxwan neçar in dest ji perwerde û hînkariyê berdin.