Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hewcehiyên xwandin û nivîsandinê di Îranê de zêde bûye

17:01 - 23 Tebax 2020

Nirxa Emrazên hewce yên nivîsandinê di Îranê de bilintir bûye, herçiqas ku bi qasî 60 heya %70 a daxwaz û kirîna wan emrazan daketiye.

Serokê Encumena “Berhemhênerên Emrazên nivîsandin” a Îranê, “Mehmûdriza Sen`etkar”, ragihandiye ku nirxa emrazên hewce yên nivîsandin, bi qasî %20 bilintir bûye û ragihand ku bi sedema zêdetirbûna xercê berhemanîn û veguhastinê û herwisa daketina asta daxwaz û kirîna wan emrazan bi qasî 60 heya %70, nirxa wan emrazên nivîsandinê, bilintir bûye.

Di demekê de ku deshilatdarekî rejîmê basê bilind bûna %20 nirxa hewcehiyên xwandin û nivisînê dike, bê guman ku amarekî neraste û ya rastî gelek ji vê hindê zêdetire.

Rewşa aboriya şikestxwarî ya rejîma Îranê û lêkevtên belavbûna vîrûsa Korona di Îranê de bûye sedem ku asta şiyana kirîna xelkê Îranê çendîn beramber dakeve, piraniya xelkê Îranê nikarin hewcehiyên xwe bikirin û yek ji wan hewcehiyan emrazên nîvîsandin wekî pênûs, defter û emrazên dinê ne.

Qasekî zêde a xwendevanan di Îranê de, bona xwedîkirina malbatên xwe dest ji xwendinê berdane û pirsgirêkên herî dijvar bona peyda kirina xercê dersxwendinê di Îranê de pêsîra xwendevanan girtiye û rejîm tevî ku ti karekê bo wan nake, nirxa hewcehiyên wan bilintir dike.