Beşek ji kompaniyên dabeşkirina înternetê li Îranê bi cihê çareserkirina pirsgirêkên daketina lezgîniya înternetê, nirxa pekêcên înternetî du qat bilind kirine.
Kompaniyên dabeşkirina înternetên li Îranê yên wekî “Şatêl û Muxabirat”, nirxa pekêcên înternetê du qat bilind kirine û eva jî, di halekê de ye ku lezgîniya înternetê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pirsgirêkek mezin bo bikarhênerên înternet çê kiriye.
Karên ticarî, perwerde û hînkarî û… hwd, bi sedema qutbûn û daketina lezgîniya înternetê rastî pirsgirêkan hatine û bi taybet dersxwan di gelek cihan de bi sedema nebûna lezgêniya hewce ya înternetê nekarîne ji hînkariya online mifahê verbigrin û jê bêpar bûne.
Kompaniyên dabeşkirina înternet li Îranê bi cihê çareserkirina qutbûn û daketina lezgîniya înternetê, tenê nirxa wê bilind kiriye û bikarhênerên înternetê ji wê rewşê nerazî ne.