Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kakilan li parêzgeha Sinê bilind bûye

11:17 - 20 Kanûna pêşîn 2020

Nirxa kakil (Acîl û Xuşkbar) li parêzgeha “Sinê” de pêka sala derbasbûyî bi qasî %30an bilind bûye ku li parêzgehên wekî Tehran û Tewrêzê de bi wê qasî bilind nebûye.

Roja Şemî 19ê Kanûna Pêşîn, Serokê Yêketiya Şêrnîpez û Kakilan li bajarê “Sinê”, “Muzeffer Erc” ragihand: “Hejmareke zêde ji yekeyên firotina Kakilan, wan berheman ji bazarên Tehran û Tewrêzê dabîn dikin, lewma nirxa firotina wan berheman zêde ye û nirxa kakilan di parêzgeha “Sinê” de pêka par, %30an bilindtir bûye”.

Navbirî tevî baskirin ji 6 yekeyên berhemanîna şêrînî û kakilan di bajarê “Sinê” de, daye xuyakirin ku bi sedema şarezanebûna hejmarek ji wan şêrînîpezxaneyan qasa berhemanîna şêrînî û kakilan kêm e, lewma nirxa wan bilind bûye.

Nirxa hewcehiyên berhemanîna kakil û şêrîniyan wekî rûn û şeker û hewcehiyên dinê li parêzgeha “Sinê” de bilind e û rejîma Îranê ti alîkariyek bona kêmkirina nirxa hewceyiyên wan nekiriye û tev hewceyî bi nirxa azad ji bazaran têne kirin, lewma qasa berhemanînê kêm û nirxa wan berheman bilinde.