Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kîloyek birincê Îranî gihaye 100 hezar Tumen

17:18 - 17 Nîsan 2022

Hevdem digel bilindbûna nirxa kîloyek birinc di bazarên Îranê de ku bûye 100 hezar Tumen, Berpirsê Yekîtiya Firotina Birinc li “Babol”ê “Hesen Teqîzade” îdia kiriye: “Nirixdanîna destûrî ya beriya Newrozê, bûye sedemê bilindbûna nirxa birincê di Îranê de.”

“Teqîzade” bi Nûçegihaniya “Îlna” ya girêdayî rejîma Îranê re gotiye, ku piştî nirixdanîna dastûrî ya beriya Newrozê, werzêran firotina barên xwe ragiritine û eva bûye sedemê vê ku dabeşkirina wê berhemê di nav bazarên Îranê de bi awayekî berçav dabikeve.

Tevî vê ku berpirsên rejîma Îranê di mehên derbasbûyî de hişksalî, kar û pîşeya bazirganan wekî sedema bingehîn ya bilindbûna nirxa birinc dabûne zanîn, Endamê Komîsiyona Çandinî ya meclisa rejîma Îranê “Mensûr Elîzarie`î”, sedema sereke ya bilindbûna nirxa birinc nebûna çavedêrî di bazarên Îranê de daye zanîn û gotiye ku kontrolkirina nirxa birinc êdî di destê dewletê de nemaye.