Di bajarê Tehranê de, xelk kîloyek goştê mirîşkan bi 39 hezar û 900 Tumenî dikire û berpirsên rejîma heta niha ew pirtsgirêke çareser nekirine.
Pêka nûçeyên belavbûyî di Îranê de, xelk bona rojên “Remezan”ê ji tirsa nemana goşt, ji niha ve, goşt dikirin û di sarinceyan de paşkevt dikin, lê rejîma Îranê bi cihê dabînkirina goşt bi qasa hewce, tenê nirxa wê bilind dike û bi vî awayî pereyeke zêde ji xelkê distîne.
Bazara hewcehiyên xelkê ku di bin kontrola delalan de ye, nirxeke cihgîr ya hewcehiyan tinîne, piraniya wan delalan ku kesên girêdayê rejîmê ne, pereyeke zêde ji bilinkirina nirxan qazanc dikin, rejîma Îranê bi cihê kontrola nirxan, hewl daye ku pirsgirêkên bilindbûna nirx û kêmbûna wê di bazaran de, bêxe stuyê ticareta wê ya li ser sînoran e.
Di rastî de rejîmê ti bernameyek bona kêmkirina nirxa hewcehiyên sereke bi taybet goşt tinîne.