Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kincên zivistanê di Urmiyê de giran bûye

17:58 - 19 Çirriya pêşîn 2020

Hevdem digel hatina demsala sirê û daxwazkariyên xelkê bo kirîna kinçan, nirxa kincên zivistanê gelek giran bûye û piraniya xelkê şiyana kirîna wan nîne.

Xelk bi sedema enflasyon û giraniyê di bin givaşek zêde de ne û nirxa kincên zivistanê li çav salên derbasbûyî gelek bilind bûye.

Piranya xelkê bi sedema bilindbûna nirxê kincan neçar in di tanakorayê de kincan bikirin.

Nirxa palto û kapşên berhema hundirî ji 300 hezar tumen heta 500 hezar tumen e.

Hevdem nirxa kincên biyanî 850 hezar tumen heta 5 milyon tumen e.

“Dawûd Pûrelî” Serokê Berhemhênera Kincan di Urmiye de gotiye nirxa parçe %70 bilind bûye.