Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kirayeya taksiyan li Sinê bi qasî 15 heta %38 zêde bûye

11:49 - 13 Kanûna pêşîn 2020

Nirxa kirayeya taksiyan li bajarê “Sinê” zêde bûye û berpirsên rejîmê ew bilindbûna nirxa kirayeya taksiyan bi sedema belavbûna vîrûsa Korona û enflasyonê didin xuya.

Roja Şemî 12ê Kanûna Pêşîn, “Serokê Saziya Taksîranî” a bajarê “Sinê”, “Adil Mensûrî” tevî îşarekirin bi bilindbûna nirxa kirayeyên taksiyan ji 15 heta %38 di wî bajarî de ragihand: “Bi sedema belavbûna vîrûsa Korona û enflasyonê û herwisa xercê taksiyan û çêkirina wan, zêdebûneke berçav hebûye, lewma dahata taksiyan kêm bûye ku nerizayetiya wan li pey xwe ve aniye.

Herwisa “Adil Mensûrî”, ragihand: “Nirxa kirayeya taksiyan bi benêran li bajarê “Sinê” de hatine danîn ku pêka rêyan nirxa wê ji %15 heta %38 zêde bûye.

Dabînkirina tekeran, benzîn û alavên taksiyan xercekî zêde heye û bi sedema hindê ku bi awayê standard ji aliyê kompaniyên berhemhêner ve nayêne berhemanîn zûka ji kar dikevin û herwisa bi bilindbûna nirxa wan alavan li Îranê xercekî zêde dikeve stuyê xwediyên taksiyan.

Piraniya taksiyan li Îranê berhemên Îranê bi xwe ne, bilindbûna nirxa berhemanîna wan taksiyan û alavên wan û tev berhemên navxweyê Îranê bi sedema dana pîşka dahat bo navendên rejîmê wekî ofîsa Xamineyî û Spaha Pasdaran, bûye sedema bilindbûna çend qatî ya nirxa wan berheman, ji aliyekî din ve jî, bi sedema aboriya îflaskirî ya rejîmê, hejariya xelkê û nebûna dahata xelkê Îranê, pirsgirêkên micid yên wekî şiyana kirîn û herwisa kirayeya taksiyan pêsîra xelkê û xwediyê taksiyan girtiye.