Nûçegihaniya “Isna” ya ser bi rejîma Îranê belav kiriye, bi sedema daketina ji %90 a berqa kargehan, nirxa kîseyek sîman di Tehranê de bi qasî 70 hezar Tumenî bilind bûye û di hin bajaran de heta 100 hezar Tumenî hatiye bilindkirin.
“Irna”yê diyarî kiriye ku di bajarên Rojhilatê Îranê de kîseyek sîman heta 120 hezar Tumenî hatiye bilindkirin.
Her wê nûçegihanê daye zanîn, di niha de piraniya kargehên sîmanê bi sedema nebûna daketina berqê hatine daxistin.
Li sala 1398`an a Rojî di Îranê de, nirxa kîseyek sîman 10 heta 12 hezar Tumenî bû, niha serveyê 70 hezar Tumenî ye û heft beranber hatiye bilindkirin.
Nirxa her kîlo “mîlgird”ekê jî gihaye 22 heta 23 hezar Tumenî.
Destpêka sala 1398`an a Rojî, her KG “mîlgird”ek bi 4200 Tumenî bû, lê niha nirxa wê şeş beranber bilind bûye.
Ragihandinên ser bi rejîmê îdia kirine ku bi sedema nebûna berq û dayxistina kargehan, nirxa sîman û “filiz”ê bilind bûye.