Di bazarên Îranê de nirxa madeyên paqijkirinê bi sedema giranbûna madeyên wan yên sereke ji 25% bilind bûye.
Nirxa madeyên paqijkirinê di nava bazarên Îranê de carek din bilind bûye, di vê derheqê de Navenda Rêkxistina Bazarên Îranê bilinbûna ji 25% a nirxa madeyên paqijkirinê piştrast kiriye.
Tevî bilinabûna nirxan beşek zêde ji wan madeyên paqijikirinê di bazaran de jî dest nakevin, di vê derheqê de Cihgirê Wezîrê Pîşe, Kangeh û Ticaret, “Mihemedmêhdî Beraderan” îdia kiriye ku “di warê dabînkirin û berhemanîna madeyên paqijkirinê de me ti pirisgirêkek nîne.”
Lê ji aliyek din ve jî, Serokê Heyeta Birêveberiya Encûmena Pîşeya Madeyên Paqijkirinê “Bextiyar Elembegî” gotibû, “bi sedema giranbûna madeyên sereke yên berhemanîna madeyên paqijkirinê û herwisa giranbûna heqdestê kedkaran nirxa madeyên paqijkirinê bilid bûye û asta berhemanînê jî daketiye.”
nirxa wan madeyan di heyama kêmtir ji 30 rojan de 18 heta 25 ji sedî bilind bûye, bo mînak toza kincşûştinê ji 9 hezar Tumenî gihaye bi 12 hezar Tumenî.