Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa madeyên şûştinê bi qasî %40î bilind bûye

12:17 - 25 Çirriya pêşîn 2020

li berdewamiya bilindbûna nirxên tiştan li Îranê, nirxa madeyên şûştinê ji despêka wê hefitiyê ve bilind bûne.

Serokê “Encumena Pîşeyî ya madeyên şûştin, xemilandin û tenduristî” yê rejîma Îranê, “Bextiyar Elembêygî” daye zanîn ku nirxa “faf ya maşînên cilşûr, sabûn, rîka, sabûna şil ya dest şûştinê, meicûna didan û paqijkerê şûşe”, bi qasî %40î bilind bûye.

Eva di halekê de ye ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, daxwaz bo kirîna madeyên şûştin û paqijker bi qasî 20 heta %25 zêde bûye.

Pêka gotina “Bextiyar Elembêygî”, bilindbûna nirxa wan berheman li encama zêdebûna nirxa perê biyanî û madeyên binyatî yên berhemên şûştin û tendirustiyê bi taybet berhemên petrokîmiyê  ye.