Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa maşînan di Îranê de bilind bû/ Pirayid bû bi 200 milyon Tumen

11:24 - 14 Nîsan 2022

Nirxa maşînên nû di Îranê de roj bi roj ber bi bilindbûnê ve diçe û nirxa hin maşînan çend hember bilind bûye û tê zanîn ku nirxa pirayid heta sînorê 200 milyon milyon Tumenî çûye.

Nirxa hin maşînên ku di Îranê de roj bi rojê bilind dibe wiha ye:

Pirayid 111: 199 milyon Tumen. Pirayid 131: 168 milyon Tumen. Dina normal: 370 milyon Tumen. Tîba Haç Bek Pilas: 205 milyon Tumen. Pêjo 206 Tîb 2: 228 milyon Tumen û Pêjo 206 Tîpa 5 giha bi 335 milyon Tumenî. Pêjo Pars otomatîk jî: 450 milyon Tumen e.

Li derheq bilindbûna nirxa maşînan, “Babek Sedrayî”, Karnasê Pîşeya Maşînan, bi malperên rejîmê re daye zanîn: “Nirxa maşînan pêwendîdar e bi kiryarên siyasî”. Navbirî vê yekê vedigerîne li ser danûstandina Viyen û bilindbûna nirxa Dolar.

Daketina asta havirdekirina maşînan bo nav Îranê yek ji sedemên bilindkirina nirxa maşînan e û sedemk din jî ev e ku birêveberiya bazar ji aliyê maşînasazan ve bi piştevaniya rejîmê bûye ku bi qazancên xwe birêveberiya wê bazarê dikin.