Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa mirîşk bilind bû

09:32 - 14 Şibat 2021

Nirxa mirîş roj bi rojê di Îranê de bilind dibe û qata hejar niha nikarin pêka dahata xwe rojane yek mirîşkê jî bikirin.

Roja Şemî 13ê Şibatê, Cihgirê Serokê Navenda Encûmena Sendîkaya Xwediyên Mirîşkan, “Hebîb Esedullahnijad” li derheq bilindbûna nirxa gûştê mirîşkan ragihand: “Nirxa serast a her kîlo goştê qerisî yê mirîşkan 17 hezar û 500 tumen e û ya mirîşkên zindî 24 heta 25 hezar Tumenî ye”.

Gotina “Hebîb Esedullahnijad” di halekê de ye ku stada serastkirina nirxa bazaran, dubare nirxa goştê mirîşkan heta 20 hezar û 400 Tumenî zêde kiriye; Niha di bazaran de nirxa 1 kîlo mirîşk nêzî 30 hezar Tumenî ye û kes çavedêriyê lê nake.

Ji aliyek din ve jî, di heftiyekê de nirxa Dolar zêdetir ji 2 hezar Tumenî zêdetir bûye û necihgîriya nirxa Dolar di Îranê de, berdewam e.

Li demsala Bihara îsal, nirxa Dolar 16 hezar Tumen bû, lê di demsala Payîzê de heta 32 hezar Tumenî bilind bibû, piştre nirxa wê daket û di wê dawiyê heta 22 hezar Tumenî jî daketibû.

Di wê heftiye de nirxa Dolar zêdetir ji 2 hezar Tumenî zêdetir bû û li roja Şemî 13ê Şibatê, nirxa Dolar di bazara azad de, 26 hezar û 350 Tumenî bû.