Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Mîwe di Îranê de roj bi rojê bilind dibe.

12:04 - 19 Şibat 2021

Zêdebûna nirxa Êmîş anku Mîwe di dîranê de geheştiye astekê ku hesreta xelkê ye ku carekê bikarin kîloyek mîwe bikirin.

Daketina bihaya Diravê Îranê li hember Diravê bîhanî û nebûna mudîriyeta kontirola bi ser bazarê û bêkifayetiya rejîmê bûye sedem ku nirxa hemî hewcehiyên rojane ye xelkê zêde bibin, bi qasekê ku êdî piraniya xelkê Îranê şiyana kirîna ti tiştekê çinînin.

Bilind bûna nirxa hewcehiyên xwarinê , ewlehiya tendirustiya xelkê xistiye ber gefê û kêm xwarina Goşt û Mîwe dibe sedemê kêm Vîtaminî û lawazî û bêhêziya mirovan û bi taybetî bandorekî nerênî li ser geşe ya Zarokan heye.

Berdevkê Komîsyona Kişawerzî di meclisa rejîmê de ragihand ku dewlet bê helwêste û kontirol bi ser nirxan de nemaye û bilind bûna nirxa Mîwe mirov ecêbgirtî dike û ewlehiya xwarinê kevtiye ber tirsê.

Nirxa Kîloyek Moz niha di Îranê de geheştiye 60 hezar Tûmenî, Emîşên dinê jî nirxa hindekan bi wî awayî ye:

Ananas 142 Hezar Tûmen

Nargîl 75 hezarî

Pirtixalê xwinî 160 hezarî

Tût firengî  143 hezarî

Hinar 45 hezar tûmenî

Sêv ji 10 hezarî heye heta 20 hezarî

Belê bi wî awayî xwarina mîwe bo xelkê Îranê bûye hesret û xevn