Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan bilind dibe

13:43 - 15 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Bilindbûna nirxan di Îran û Kurdistanê de, sînorên kirîzan hejandiye û berdewam nirxên hewcehiyan bilind dibin.

Berpirsê Yekîtiya nanê Fantêzî basa vê kiriye ku, nirxên nan bilindtir dibin, û tê xuyakirin ku, di despêk yan jî dawiya meha Banemera îsal de, ew nirxane bêne diyarî kirin.

Bilindbûna nirxa nan di demekê de ye ku, heye niha jî, nirxa genim bo îsal nehatiye diyarîkirin.

Di sala 96`an de, navenda rêkxistina bazarê di dawiya meha Xezelwerê de, nirxa nan 15% ji bilin kir, lê ew biryara piştî çend rojan hilveşiya, heya niha jî karbidestên rejîma Îranê basa wê dikin ku, nirxa ard û genim di Îranê de bilind dikin û her bi wê awayî jî, nirxa nan bilindtir dibe.

Mihemedcewad Kerîmî, berpirsê nanê Fantêzî di barê bilidbûna nirxa nan de gotiye: li hemberî bilindbûna nirxa av, elekterîk û gaz, nirxa nan jî bilind dibe.

Hevdem Bîjen Newroz, berpirsê Yekîtiya nanê edetî jî, basa wê kiriye ku, hekî nirxa nan bilind bibe, karekî dor ji aqil nîne, çimkû nanpêj jî nikarin bi nirxeke kêm karên xwe bi rêve bibin.

Rojnameya “Şehrwend” belavkiriye: “Hekî nirxa nan bilind bibe, arîşeya çinikan kêm dikin”.

Biryar wiha ye, nirxa nanê lewaş bibe 500 Tûmen, nanê Taftûm 1000 tûmen û berberî û sengek jî bibin bi 3`ê hezar Tûmenî.