Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan di bajarê Urmiyê de bilin bû

18:20 - 9 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nirxa nan di parêzgeha Urmiyê de çend hember bilind bûye û eve jî bûye sedem ku xelkê neraziyan nîşan bidin.

Nirxa nan zêdetir bûye û nanê Roxenî ji 1200 tûmenan bi 1500 tomenan difiroşin, nanê Lewaş bi 230 tûmen û nanê Sengek jî bi 1500 tûmenan tên firotinê.

Welatê Îranê piştî kirîza aboriya xwe heya niha, rojbiroj nirxa hewceyiyên jiyanê bilindtir dike, bi wî awayî êdî nanê xwarinê jî yê bi kêmî bi dest xelkê bike ve.

Di vê derheqê de xwediyên nanexwaneyan dibêjin ku ew ardê ku ji dewletê verdigirin ti kalîteyek tinîne û têkel kirina ardên corbicor, kalîteya ardê ji nav dibe. Û herwisa bas ji 20 hezar nanewaxwaneyên zêde têne kirin ku yekek din ji hegerên bilindbûna nirxa nan didin zanîn.

Xercê berhemanîna nan zêde bûye, û rejîma Îranê bi hawirde kirina genimê pile 3 ji derveyî welat û nekirina genimên berhemên nawxweyî û siyaseta şaşa aboriya rejîma Îranê, di encamê de bûye hegera bilindbûna nirxên hewceyî yên xelkê, ku yek ji wan nane û ev jî, ji hemûyan giringtire.