Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan di parêzgeha Urmiyê de bilind bû

11:07 - 5 Çirriya pêşîn 2021

Duh di bajarê Urmiyê de dora xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan û qerebalixiya wan nîşanderê kêmbûna nan û herwisa giraniya nan bû.

Serokê Saziya Pîşe, Kangeh û Bazirganiya parêzgeha Urmiyê, “Xulamriza Babayî”, li derheq bilindbûna nirxa nan û dorên xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan gotiye: “Di nanê “Lewaş” ji 275 Tumen bi 300 Tumenî bilind bûye”.

Navbirî gotiye di ti cihekê dorên xelkê li ber deriyê nanvaxaneyên parêzgeha Urmiyê diyar nîne.

Eva jî di halekê de ku duh wêneyên çendîn bajarên parêzgeha Urmiyê li nav torên civakî de hatine belavkirin û nîşana qerebalixiya xelkê li ber deriyê nanvaxaneyan bû.

Bilindbûna nirxa nan û nebûna nan û herwisa di wê rewşa Koronayê de ku parêzgeha Urmiyê yek ji parêzgehên sor e, xelk rastî xirabtirîn pirsgirêkan hatine.