Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan dîsan bilindtir bûye

17:58 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Rejîma Îranê nirxeke diyarîkirî bo corên nan daniye lê nirxa nan di nanvaxaneyan de gelek zêdetir ji nirxa diyarîkirî ye lê ardê bi wec ku bo nanvaxaneyan hewce ye, dabîn nake.

Ofîsa Girûpa Kar a  Birêveberiya “Genim, Ard û Nan” û herwisa kompaniya Bazirganiya Dewletî ya Îranê di daxuyaniyên cuda de gotibûn: “Bilindkirina nirxa nan berî erêkirina wê nirxê ji aliyê Stada Aborî ya Dewletê qedexe ye”; Lê ev gotin di halekê de ye ku nirxa nan di bazaran de gelek bilindtir ji nirxa diyarîkirî ye.

Nirxa her naneke sengek a asayî bi 2 hezar û 500 Tumenî heta 3 hezar tumenî ye ku di bazarê de nirxa wê gelek zêdetir bûye.

Pêka gotina ragihandinên girêdayê rejîma Îranê, nirxa her naneke sengek a asayî 3 hezar heta 4 hezar tumenî ye û nanê Berberiyê sade 2 hezar û 500 Tumenî heta 4 hezar tumenî tê firotin.

Herwisa ragihandinên rejîmê dane xuya ku “her naneke senkek ku bi kunciyan be  4 hezar heta 5 hezar Tumenî ye”.

Di halekê de ku beşeke ard bi nirxekeke kêm anku “yaraneyî” bi nanvaxaneyan didin lê ew ardekî bêwec e û bikar nayê nanvaxane nikarin ji wî ardê bêwec nan berhem bînin.