Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Nan girantir dibe û berpirsên rejîmê sozên direwîn didin

12:49 - 6 Gulan 2022

Hevdem digel giran bûna çend qate nirxa Nan di Îranê de, berpirsên rejîmê bi armanca xapandina xelkê û ji tirsê nerizayetiya giştî, berdewam sozên direwîn didin ku heya dawiya salê nahêlin nirxa nan bête guherînê.

Roja 5ê Gulana 2022 an Elî Behadorîyê Cehromî, berdevkê dewletê ragihand ku serkomar nahêle nirxa nan girantir bibe.

Zêdebarî axivtin û sozên direwîne deshilatdaran, nirxa nan bi awayekî ecêbgirtî giran bûye û gelek bi zehmet dest dikeve.

Giran bûna nirxa Nan, bandor danaye ser zêdebûna nirxa Sandiwîcan bi awayekê ku nirxa Hembergêr û Felafilekî sade geheştiye serweyî 50 Hezar Tûmenî.

Hevdem nirxa Birinc jî %114 di heyamê salekê de zêde bûye.

Kîloyek Birincê Îranî di sala 1400an kêmtir ji 35 hezar tûmenî bû, lê niha di destpêka sala 1401an de geheştiye 74500 tûmenî.

Nirxa hinek curên Birinc geheştiye 100 Hezar Tûmenî, eyan dibe ku di heyamê kêmtir li salekê de, nirxa Birinc 3 beramberan zêdetir biha bûye.