Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nefta Îranê heya 14.9 Dolaran daket

13:14 - 30 Adar 2020

Nirxa nefta Îranê bi nizimtirîn asta xwe daket û her bermîlek nefta Îranê 14.9 dolar e û bûdceya sala 1399 a rejîma Îranê li ser her bermîl bi nirxa 50 dolaran hatiye danîn ku dibe her roj 1 milyon bermîl nefta xwe bifroşe.

Xercê berhemanîna her bermîl nefta Îranê bi qasî 10 dolar e û bi berçavgirtina dorpêçên aborî li ser Îranê, berpirsên rejîma Îranê neçarin ku bo bikirên neftê nirxa wê hêj nizimtir bikin.

Bi daketina nirxa nefta Îranê bi nizimtirîn asta xwe, bûdceya Îranê rastî pirsgirêkên micid dibe, di rewşekê de ku ew bûdce jî bi zoremiliya rêberê rejîma Îranê hatibû pejirandin û tevî nerohbûna dahata rejîma Îranê, daketina nirxa nefta Îranê derbeke din bi bûdceya Îranê daye.

Di rewşekê de ku nefta Îranê xwaziyarek wiha tinîne û bi alîkariya hin kesan bo nefta xwe bikiran peyda dike, dibe pişkekê jî bo wan kesan danê.

Bi wî awayî rejîma Îranê bi firotina neftê ti dahatek wiha nabe, û rejîm dixwaze ji aliyê bacwergirtinê ve ji krîza darayiyê ve xwe rizgar bike.