Nirxa neftê gihîştiye bi 140 Dolarî ku bilindtirîn nirxa neftê ji sala 2008an ve heta niha ye.
Bi sedema şerê di navbera Rûsiye û Ukraynê nirxa neftê bi yekcarî bilind bûye û rengehiya dorpêça neft û gaza Rûsiyê ji aliyê Amerîka û hevpeymanên Ewropayî yên Amerîkayê ve heye û gelek li bisporan pêşbînî kirine ku nirxa neftê renge heta 185 dolaran jî bilind bibe.
Di wê derheqê de nûçegihaniya “Reuters”ê ragihandiye: “Nirxa bermîlek nefta Birênt gihîştiye bi 139 Dolar û 13 “Sent”î û Nefta West Texas a Amerîkayê gihîştiye bi 130 Dolar û 50 “Sent”î.
Rûsiye rojane 4 heta 5 milyon bermîl nefta xwe bi welatên din re difroşe û di rengehiya dorpêç li ser neft û gaza Rûsiyê, nirxa neftê dê gelek bilindtir bibe.