
Kurdistanmedia: nirxa nû a nan di bazarên Îranê de hate ragehandin ku bi awayekî berçav bilind bûye.
Roja Dûşemî, 1`ê Rezberê, rêkxirawa nanvahiyên sunetî a Tehranê, bi belav kirina agehdariyekî nirxa nû a nan ragehandin, ku di vê ragihandirawê de ewa ber çav dikeve ku nirxa nan li çav berî girantir bûye.
Nirxa cira nanan wihaye: “nanê lewaş 300 tumenî, nanê tafton 300 tumenî, nanê berberîya sade 1000 tumenî, nanê tafton a sonetî 550 tumenî, nanê taftun a xorasanî 550 tumenî”.
Berê li derheq buha bûna nan di bazaran de, “ Mihemed Cewad keremî” serokê yeketiya nanên fantizî gotiye: li hember bilind bûna giran bûna av, berq û gaz, nirxa nan jî dê bilind bibe
Nirxa nan di îranê de di demekê de girantir dibe, ku giranî û pirsgirêk di xizmetgozariyên destpêkî de zêdeyî piraniya tex û qatên civakê girtiye, û zêdetir ji 71% ê xelkê wî welatê, di jêr hêla hejariyê de ne.