
Kurdistanmedia: Di Îranê de, nirxa Pîvazê jî bilind bû ku, yek ji hewcehiyên rojane yên xelkê welate.
Serokê Yekîtiya firotina êmîş û sebze, sedema bilindbûna nirxa kîloyeke Pîvazê heya 11 hezar Tûmenî, şandina Pîvazê bo derveyî welat da zanîn.
Pêka amara Banka Navendî, Nirxa Pîvazê, di demsala Payîz a derbasbûyî de, 2700 Tûmen bû lê, niha heya 11 hezar Tûmenî bilindbûye.
Pêka raporan di wan rojên dawîyî de, di nav bazarên Tehranê de, Pîvaz kêm bûye, û nirxa wê jî heya 11 hezar Tûmenî bilind bûye.
Esedula Karger serokê Yekîtiya firotina êmîş got: Dema ku şandina Pîvazê bod ever sedeba bilindbûna nirxa vê dizanin, dibe pêşî ji şandina Pîvazê bo derve bigirin.
Aboriya Îranê di rewşekê de ye ku, nirxên tiştan roj li pey roj bilind dibin, û hevwelatî bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rastî zehmetiyan dibin.
Bilindbûna nirxan û hatina rewşa aloz a aborî û tevlîheviya bazarên Îranê di demekê de ye ku, gendelî û diziya berprisên rejîmê bi amarên bilind eşkere dibin.
Piştî soltanê Sike, soltanê kaxez, soltanê qîrê, gellek pê naçe ku, soltanê Pîvazê jî eşkere be.