
Nirxa rûn bo cara 3emîn di Îranê de bilind bû û herwisa di bajarê Urmiyê de pirsgirêka kêmbûna nan nehatiya çareserkirinê û xelk di sefên dirêj de radivestin.
Roja Şemî 21ê Çirriya Paşîn, birêveberê “Encumena Rûnê Giyayî”, “Emîr Hûşeng Bîrêşk”, ragihand: “Li wan çend rojên derbasbûyî damezraveya piştevanî ji bikarhêneran û berhemhêneran li derheq zêdekirina %10 ya nirxa rûn pesend kiriye”.
Bilindbûna nirxa rûn di demekê de ye ku nirxa rûn li meha Pûşpera îsal bi qasî 12 heta %14 zêde bibû.
Herwisa li bajarê Urmiyê, pirsgirêka kêmbûna nan berdewam e û ji çend heftiyan berî niha ve, xelk bi zehmetî dikarin nan peyda bikin û xelk neçar in çendîn demjimêran li nanvaxaneyan ravestin û heta bikarin nan bikirin.
Tevî hebûna pirsgirêka hejariya dijwar a xelkê ku êdî nikarin perê nan jî dabîn bikin, pirsgirêka belavbûna berfireh di astekî herî bilind û bi dijwariyekî zêde di wê parêzgehê de heye, rejîma Îranê ti pêgavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye.
Kêmbûna rûn di dikan û firotingehan de û herwisa kêmbûna nan di piraniya parêzgehên Îranê de bi awayên cuda heye, lê rejîma Îranê bi tenê bi siloganan û nûçeyên çewt dixwaze neşiyan û xemsariya xwe perdepoş bike.