Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa rûn disan bilind bû

11:10 - 2 Kanûna pêşîn 2020

Rûn li çendîn bajarên Îranê de êdî nayê kirîn û nirxa wê bi qasekî zêde bilind bûye û nirxa erêkirî digel ya firotinê cudatî heye.

Pêka nûçeyên nevxweyî yên belavbûyî, li bajarê “Pîranşar”ê nirxa rûn di meha derbasbûyî de 24 hezar tumen bû ku niha bi xelkê re ew rûn bi 40 hezar tumenî tê firotin; Herwisa “Yekîtiya Cumlefiroşan” ragihandiye: “Her pûtek rûn ya 16 kîloyî nirxa wê 130 hezar tumen e”, li di bazara reş de bi 2.5 beranberî bi nirxa zêdetir ji 400 hezar tumenî tê firotin.

Pêka çavkaniyên xwecihî bilindkirina nirxa zêdetir ji aliyê xwediyê karxaneyan û navendên dabeşkirinê ve ku bi xwe rûn bi neyasayî paşket dikin tê kirin û xwdiyê dukanan kesên bingehîn yên bilindkirina nirxa nînin.

Dema ku rûn bi nirxekî bilintir ji navendên dabeşkirinê bi dukandaran re tê firotin ew jî bona berjewendiyên xwe yên aborî, nirxê bi qasekî din bilintir dikin; Rejîma Îranê ti kontrolek li ser nirxa rûn û hewcehiyên dinê tinîne û piraniya wan kesan ku bi neyasayî wan hewcehiyan paşket dikin girêdayê rejîmê bi xwe ne.

Tevî ku nirxa Pereyê biyanî di Îranê de kêm an zêde dibe lê nirxa hewcehiyan bi taybet berhemên xwarinê wekî rûn her zêdetir dibe.