Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa rûnê şil %247 bilind bû

12:12 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Navenda Amarî ya rejîma Îranê ragihandiye ku nirxa rûnê şil û hişk û hewcehiyên xwarinê yên din %247 bilind bûne.

Navenda Amarî ya rejîma Îranê roja Şemî 11ê Pûşpera 1401an, amara nirxa hewcehiyên jiyanê belav kiriye û diyarî kiriye ku nirxa rûnê hişk %247.2 û rûnê şil jî %233.8 bilind bûye û di nav bilindbûna nirxan de rûnê hişk bilintirîn nirx heye.

Her di vê mehê de nirxên hin hewcehiyên xwarinê yên din jî bilind bûne ku wiha ne: Nirxa nan û genim  û makronî %56.1, şîrîniyên hişk %27.6 û rişte %25.5.

Neberpirsên rejîmê nikarin enflasyonê kontrol bikin û bazirgan jî bi xwast û qezencên xwe nirxên hewcehiyan bilind dikin û her ji ber vê yekê jî xelk bona dabînkikirina hewcehiyên xwarinê û derbasiya xwe rastî dijwariyan dibin.

Navenda Amariya rejîma Îranê destpêka Pûşpera îsal daye zanîn ku nirxa enflasiyona xal bi xal di Cozerdana 1401an a Rojî de gihaye bi %52.5, ku bi helsengandin digel meha borî zêdetir ji 13% hatiye bilindkirin.