Nirxa sivikan ku berê li meydana êmîş û pincar de kîloyek 2 heta 3 hezar Tumenî bû, niha her kîloyek 6 heta 7 hezar Tumenî tê firotin.
Endamê Heyeta Birêveberiya Meydanên Êmîş û Pincaran , “Yawerî” tevî îşarekirin bi bilindbûna nirxa sêvikan bo 6 heta 7 hezar Tumenî gotiye: “Bilindbûna nirxa sêvikan hevdem digel firotina sêvikan bo derveyî Îranê ye û eger firotina sêvikan bo derveyê Îranê neyê ragirtin, nirxa wê berhema werzêriyê dê hêj bilindtir bide.
Herwisa navbrî got: “Werzêran di Îranê de bi çandina 180 hezar hiktar sêvik, her salê nêzî 5 milyon ton sêvik berhem tînin û hewcehiya navxweyî 3 milyon û 500 hezar ton sêvik li her salê de ye û divê salane milyonek û 500 hezar ton sêvên zêdemayî bo derveyê Îranê bê firotin, lê niha demeke baş bo firotina sêvikan nîne.
Rejîma Îranê bi bê berçavgirtina hewcehiyên xelkê û herwisa girîngînedan bi bilindbûna nirxa sêvikan bo welatên derve dişîne û xelkê hejar ên Îranê êdî renge nekarin sêvikan jî bikirin.