Nirxa sewzî û pincar di meydanên pincar ên bajarê Tehranê de li heyama salekê bi nêvincî, %43.9 bilind bûye.
Pêka raporên belavbûyî ên rejîma Îranê, di bajarê Tehranê de nirxa êmîş û pincar di heftiya yekem a meha Sermaweza îsal li hemberî nirxa êmîş û pincar di meha Sermaweza sala par, gelek bilindtir bûye û heta nirxa hejmarek ji êmîşan zêdetir ji %100 bilind bûye.
Saziya Meydanên Êmîş û Pincar a bajarvaniya Tehranê raporek li derheq bilindbûna nirxa êmîş û pincar belav kiriye û pêka wê raporê bi awayê nêvincî nirxa êmîş %35.6 û nirxa sewzî û pincar %44 bilind bûye.
Herwisa di wê raporê de hatiye ku nirxa êmîşên ku zêdetir têne kirîn ên wekî moz %52, Lîmoyên şirîn %47.6, sêvên zer %42, pirteqal %12 bilind bûye.
Herwisa pêka wê raporê nirxa sewzî û pincar ên wekî badimcanên sor, sêvik û picarên peldar zêdetir ji %80 bilind bûye.
Bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên berhemanîna êmîş, swezî û pincar, werzêr qazancek kêm ji firotina wan bi dest dixin û hincar rastî zererê jî tên lê hertim piraniya qazancê diçe berîka delalan.