Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Sîpeyên pilastîkî di parêzgeha Urmiyê de %700 bilind bûye

13:52 - 11 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Çandinkarên parêzgeha Urmiyê, bi dîtina ziyaneke berçav a wê dawiyê ku çandiniya wan rastî ziyanan hat, vê carê jî bareke giran hate ser milên wan, û nirxa sîpeyên pilastîkî %700 bilind bû.

Çandinkarên parêzgeha Urmiyê, piştî derbaskirina sira direng a biharê, û hatina teyrok, lehî û çendîn bûyerên din, ku ziyaneke mezin giha bax û rezên wan, vê carê jî dora bilindbûna nirxa sîpeyên pilastîkî ye.

Pêka gotina xwediyê bax û rezan, sala derbasbûyî, her sîpeyeke pilastîkî bi awayê qerzî 2 hezar û 200 tûmenî bû, û bi awayê nextî jî 2 hezar tûmenî bûye, lê niha nirxa her sîpeyeke pilastîkî 7 hezar heya 7 hezar û 500 tûmenî ye, û ev nirxe jî bo wan cotkarên ku ziyaneke mezin dîtine pereyekî zêde ye.

Di heyama du roj beriya niha, bi sedem hatina baranek bigur û teryok, li deverên Urmiyê û Selamsê, welatiyan xisareke bê mînak dîtin û bax û rezên wan rastî xisarên mezin hatin.

Tevî wan hemû ziyanan, eve jî arîşeyeke bo xwediyê bax û rezan, û heya niha bi wê sedemê welatiyan çendîn caran nerizayetiyên xwe nîşan dane, lê berpirsên rejîmê jî bersiva wan nadin.