Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa sipîtayî (lebeniyat) di bazarên Îranê de bilind bûye

12:42 - 21 Gulan 2022

Nirxa sipîtayiyan di bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi awayekî berçav bilindtir bûye û xelk êdî şiyana kirîna penîr û mast û…hwd nîne.

Nirxa sipîtiyiyê di bazarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi awayekî berçav zêde bûye; li derheq bilindbûna nirxa sipîtiyan, Endamê Heyeta Encûmena Berhemên Sipîtiyan (Lebeniyat) “Mihemed Ferbud” gotiye: “Di wan çend rojên derbasbûyî de nirxa berhemên sipîtiyan di Îranê de bilindtir bûye û nirxa şîrê xav ji %87.5 bilind bûye, û nirxa yek kîlo şîr ji 6 hezar û 400 Tumenî gihaye bi zêdetir ji 12 hezar Tumenî.”

Herwisa navbirî basa vê yekê jî kiriye ku bi sedema bilindbûna nirxa wan berheman, di wê mehê de rêjeya xwarina berhemên sipîtiyan (lebeniyat) ji %30 daketiye.

Ji aliyek din ve jî, nirxa “şîrê hişik” ê zarokan bi awayekî berçav bilind bûye û berê yek qutî şîrê hişk bi 27 hezar Tumenî dihate firotin, lê di niha de nirxa wê ji %10 bilind bûye û gihaye bi 47 hezar û 500 Tumenî.

Di vê halê de ku nirxa yek qutî şîrê hişk gihîştiye nêzî  50 hezar Tumenî, rejîma Îranê banghêjî bo zêdekirina heşîmeta civakê dike û ji xelkê dixwaze ku rêjeya jidayîkbûna zarokan zêdetir bikin.